18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ANKARA
Yekîneyên taybet ên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ku di çarçoveya Operasyona Çiqla Zeytûnê da lêgerîn û kontrolê dikin, li herêma rojavayê Efrînê droneyeke ku terorîst dixebitînin, xist.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên li herêmê hilda, unsûrên TSK û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) li herêmên ku ji terorîstan hatin safîkirin ji hewa û erdê va çavdêriyê dikin.
Unsûrên Artêşa Tirkiyeyê nahêlin ku terorîstên PYD/PKK û DEAŞî çavdêriya herêmên safîkirî bikin û têkevinê, her wiha nahêlin mensûbên rêxistinê bi rêya droneyê va agahiyan jî berhev bike. Li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê li herêma rojhilata Efrînê di xebatên lêgerîn û kontrolê da droneyeke ku rêxistinên terorê dixebitînin, hat tesbîtkirin. Yekîneyên taybet li drone xist û li ser lêkolîn tê kirin.
Ji aliyekî din va li herêmên ku ji terorîstan hatin safîkirin gelek çek, muhîmmat, wesayît û alav hatin bidestxistin.
Li herêmên ku di navbera 10 û 12 sibatê da ji rêxistinên terorê tên safîkirin, gelek mayînên antî-personelê hatibûn dîtin ku bi Peymana Ottawayê va xebitandina wan hatibû qedexikirin û sivîlên der û dorê jî tehdît dikin. Sitargeh û kozikên bêtonê ku rêxistinên terorê terk kiribûn û revîn jî di çarçoveya operasyonê da hatibûn bidestxistin.