02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ANKARA
Li Enqereyê 3 kesên di wesaîtekê da bûn û guh nedan hişyariya polêsan, bi keleşê gule berdan polêsan û di êrîşê da polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyan ekîbên Amirtiya Buropa Gaspê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê ji bo qefaltina gumanbarên hefteya borî li kolana Esatê bi keleşê êrîşî dîskoyekê kiribûn, li Şahap Gurlera taxa Mamakê derketin operasyonê.
Hat diyarkirin gumanbar di dema operasyonê da bi wesaîta bi plaqeya 06 AB 6115 revîn û guh nedan hişyariya polêsan bi keleşê gule berdan polêsan. Hat diyarkirin di êrîşê da polês Avnî A. birîndar bû.
Li gor agahiyan êrîşkar peyra ji wesaîtê peya bûn û xwe veşartin.
Hat destnîşankirin polês Avnî A.yê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Enqereyê û li gor agahiyan rewşa wî baş e.
Piştî êrîşê gelek polês çûn ciyê bûyerê û ji bo qefaltina êrîşkaran xebat dewam dikin.
Li gor agahiyan di dema xebatên lêgerînê da hin kes ji ber şika polêsan hatin binçavkirin.
Wek mayîn derket holê nasnameya ji gumanbarên fîrar ya kesek Murat O. ye.