Ahmet Aydın
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ANKARA
Li Gevaşa navçeya Wanê piştî erdheja bi şideta 4,5ê erdhejeke din bi şideta 4,1ê hat tomarkirin.
Li gorî tesbîta Daîreya Erdhejan ya AFADê, seat 21.09ê erdhejeke bi şideta 4,1 ku navenda wê Gevaş e erd hejand.
Hat tesbîtkirin ku erdhej di 13,56 kîlometro kûrahiyê de qewimiye.
Li Gevaşê îro seat 19.30î de erdhejeke bi şideta 4,5ê çêbûbû.