Önder Beyter
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
BITLÎS
Rêya Bidlîs-Tetwanê ku ji ber barîna berfeke zêde û bagerê qedera 8 saetan girtî ma, cardin vebû.
Rêya ku ji ber barîna zêde ya berfê û bagerê, mesafeya dîtinê gelekî kêm bû, bi destê ekîbên trafîqê hat girtin da ku wesayît neçin û neyên.
Ji bo ku rewşeke neqenc neqewime, ekîban li tanga Rehwayê wesayît rawestandin û hişyariyên pêwîst dan ajokaran.
Piştî ku barîna berfê û bagerê hinekî sist kir, rêya ku qedera 8 saetan girtî ma, cardin hat vekirin.
Ajokar û rêwiyên li ser rêya Bidlîs-Guroymakê ku ji trafîqê ra hat girtin, bi destê ekîbên AFADê li otêl û mala mamosteyan ên li navenda bajêr hatin bicihkirin.
Servet Kaplan ku bi wesayîta xwe ji rêya Bidlîs-Tetwanê ra derbas dibû, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji Wanê tê û herwiha qedera 4 saetan ew li bendê man ku rê vebe.
Ajokar Fazil Taş ku diçû Wanê, diyar kir ku ew ji Şirnexê tê û wiha xeberda, "Ji ber barîna zêde ya berfê ev ji serê sibehê vir va ye em di rê da ne. Ev nêzîkî 4 saetan e em li vê derê disekinin."