İbrahim Atmaca
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Li Esenyurtê agir bi fabirqeyeke paletê ket û pekiya du kargehên din ên der û dorê, lê hat kontrolkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Esenyurtê ji ber sedemeke hê ne diyar e, agir bi fabirqeyeke paletan ket.
Piştî cabdayîna kesên der û dorê gelek ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin. Agir di demeke kin da gur bû û pekiya du fabirqeyên kêlekê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat dayîn, li Akçaburgaza Esenyurtê agir bi paletên li ser qadeke servekirî ya nêzî 4 hezar mêtreqareyî ket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku agir pekiya kargehên 3 qat û 4 qatî jî.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên îtfaiyeyê yên Bajarê Mezin ê Stenbolê, Esenyurt, Avcilar, Beylîkduzu, Mîmarsînan, Başakşehir, Hadimkoy, Bakirkoy, Şîşlî, Fatîh, Bagcilar, Kartal, Kadikoy, Sultangazî û Sîlîvriyê midaxaleyî agir kir û ji Şirketa Anonîm a Hamidiyeyê tankera avê şandin cihê bûyerê.
Hat gotin ku 98 wesayît û 180 personel midaxaleyî agir dikin.
- Daxuyaniya Walîtiyê
Di daxuyaniya ku ji Walîtiya Stenbolê hat dayîn da jî wiha hat gotin, "Li navçeya me ya Esenyurtê agir bi sê fabirqeyan ket, ekîbên Şaredariya Bajerê Mezin agir hildan bin kontrolê. Di bûyerê da tiştek bi kesî nehatiye."
- Şaredarê Esenyurtê Alatepe
Şaredarê Navçeyê Alî Murat Alatepe diyar kir ku li herêmê bager pir hindik tê, baran jî dibare, ji ber ku di agir da tiştek bi kesî nehatiye ev merivan kêfxweş dike.
Alatepe wiha axivî: "Vê derê dar hene, çamên hişk... Ji ber vê agirekî gur bilind dibû, piştî temirandina vê wek mayî hêsan e înşallah."
Alatepe diyar kir ku vê derê herêma sanayiyê ye, cihê ku agir pê ket jî qada depokirinê ye.