05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ANKARA
Li paytext li qada îşenatekê di cihên ku xebatkarên înşeatê radizên de şewat derket. Di şewatê de tiştek bi kesî nehat lê xisareke mezin çêbû.
Li kolana Tazmînata Yenîmahalleyê li qada înşeatekê cihê xebatkaran ji ber sedemeke nediyar şewitî. Li ser îxbarê gelek tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên agirkujiyê di demeke kurt de agir vemirandin. Hat ragihandin piştî şewat derket xebatkarên derdorê hevalên xwe haydar kirin, ji ber vê yekê jî di şewatê de tiştek bi kesî nehat, lê xisara maddî mezin e. Sedema şewatê tê lêkolînkirin.