Elif Orhan
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li bernameya fitarê ya ku malbatên şehîdan ezimandibû, axivî.
Serokomar Erdogan behsa têkoşîna dijî terorê kir û got, "Me li Efrînê 4456, li bakurê Iraqê 403 û li nav welêt jî van demên dawîn 345 terorîst berteref kirin."
Erdogan baş kişand ser barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê û wiha got, "Amerîkayê her wekî ku biryarên NY û saziyên navneteweyî tune bihesibîne balyozxaneya xwe barkir Qudsê û vê yekê jî rêveberiya Îsraîlê har kir."
Serokomar Erdogan anî ziman ku li Filistînê sûcekî mirovayetiyê tê kirin got, "Ev êrîşa ku heke li cihekî din a cîhanê biqewimiya dê hemû saziyên navneteweyî hemû dewlet rabûna ser piyan dema ku bi destê Îsraîlê dijî Filistîniyan tê kirin mixabin ku bi xafiliyeke mezin hatiye dîtin. Ji bilî teşebûsên Tirkiyeyê, raperînên dilşewat ên gelên mezlûm ên li erdnîgariya îslamê û îtirazên çend Rojavayiyên xwedan wijdan bûne temaşevanên vê trajêdiyê."
Erdogan got, "Em dê ne tenê bi qelbî bi qasî ku derfetên li gel birayên xwe yên Filistînî bin. Em ê tu carî rê nedin ku Quds ji aliyê Îsraîlê ve bê xesbkirin."
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku êdî Neteweyên Yekbûyî (NY) hilweşiyaye û wiha pê de çû: "NY xilas bûye, nemaye, hilweşiyaye. Em niha digel ku hiqûqa me pêş de ye jî nikarin ku xwe bigihînin Sekreterê Giştî yê NYyê. Heke li hember zordariya Îsraîlê bêtir bêdeng bimînin cîhan dê bi lez ber bi aloziyeke ku eşqiyatî serdest e ve biçe."
Serokomar Erodgan axaftina xwe wiha domand:
"Ez dixwazim bi bîr bînim ku ji bo xazî û xizmên şehîdên me berpirsyariyeke gelekî girîng a ku ev sifet bar dike heye. Hem ji ber minetdariya me ya ji bo şehîdên me hem jî ji bo rêzdariya me ya a ji bo wesfê xazîtiyê gelekî girîng e ku hûn li gor weqara vê wesfê tevbigerin."
"Tu gumana min jê tune, dê gelê me biryara herî rast bide"
Serokomar Erdogan: "Tu gumana min jê tune ku dê di hilbijartinên di 24ê hezîranê de ya ku dê welatê me ji bo heyameke nû pêngav biavêje de gelê me dîsa dê biryara herî rast bide. Ez bi taybetî ji we tika dikim ku hûn li hedefên 2023 a ku ji demokrasiyê bigire heta aboriyê hêviyên welatê me yên her qadê de nîşan didin xwedî derkevin. Ez bawer dikim ku dê hûnê tu carî destûrê nedin kesên hewl didin ku nexweşiyên Tirkiyeya berê derxînin holê. Ez dizanim ku hûnê guh nedin kesên hewl didin ku Tirkiyeyê bikêşin nav bêîstiqrariyê, berberiyê, pevçûnan."