Türkan Tosun
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 19 Tebax 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê ji ber Eyda Qurbanê çêkirina peqleweyan bilez û bez dewam dike.
Hosteyên peqleweyan heta nîvê şevê dixebitin ku siparîşan bigihînin.
Mehmet Çîftçiyê Serokê Ar-Geya Komaleya Kesên Peqlewe û Şêrinayiyê Çêdikin got ji bo ku siparîşan bigihînin pir dixebitin.
Çîftçî wiha axivî: "Di kargeha me de 200 xebatkarên me hene. Ji bo eydê emê xebatkarên xwe yên ku di beşa firotinê de dixebitin bikşînin beşa îmalatê. Ji bo ku em bikaribin siparîşan bigihînin em şev û roj dixebitin."
- "Di eydê de firotina me ji sedî 50 zêde dibe"
Çîftçî got wan siparişên dervayî welêt xilas kirine û wiha dewam kir: "Niha em di serî de Stenbol, Enqere, Bursa ji bo bajarên mezin dixebitin. Du rojên dawîn jî emê ji bo Gazîentabê bixebitin. Dema zêde daxwaz çêbibin em firotina online û ya li ser têlefonê didin sekinandin. Di eydê de firotina me ji sedî 50 zêde dibe. Heke em bi makîneyê çêbikin evê bibe ji sedî 100, lê em bi destan, bi keda xwe çêdikin."
Çîftçî anî ziman hostatiya peqleweyê ne hêsan e, xebatkarek herî kêm di nav 8 salan de ancax dikare bibe hoste.
Çîftçî got ji bilî hoste û xebatkaran rûn, şekir, fistiq hemû melzemeyên ku ew bi kar tînin jî taybet in.