04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
HAKKARÎ
Li navenda Hekariyê û navçeya Yuksekovayê civîna danasîn û agahîdayîna navendên cazîbeyê hat kirin.
Di civîna ku bi destê Ofêsa Piştgiriya Veberhênanê ya Hekariyê ya Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hekariyê û Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Yuksekovayê hat kirin da der barê "Bernameya Piştgiriya Navendên Cazîbeyê" da agahî hatin dayîn.
Der barê, serîlêxistin, naverok, şert û mercên bernameyê û belgeyên ku hewce dikin da agahî dan beşdarvanan.
Hat ragihandin ku bernameyê ji bo pîşesaziya îmalatê be, ew ê piştgiriyê bidin navendên bangê, navendên daneyan, pîşesaziya îmalatê, karên nîvmayî, destgehên hatine girtin.
Pisporên Ofêsa Piştgiriya Veberhênanê ya Hekariyê, Fikret Keskînê Sekreterê Gişkî yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hekariyê, Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Yuksekovayê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.