Önder Beyter
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê navendeke girîng a heywandariyê ye, gel kevneşopiya "pezbir"ê ligel stran û govendan didomîne.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Yuksekovayê gelek însan debara xwe bi xwedîkirina pêz dikin. Li vê derê welatiyên ku pez xwedî dikin, hersal şahiya pezbirê li dar dixin û pezê xwe dibirin da ku pez paqij, hênik û sivik bibe û herwiha şîrê wan zêde bibe. Di vê şahiyê da jî hersal dîmenên cuda û rengîn derdikevin holê.
Li gundê Karadaga ku 27 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, kesên ku pêz xwedî dikin, rahiştin alav û hacetên ku ji bo şahiyê pêwîst in û ligel malbatên xwe çûn ciyê ku av lê heye, kon vegirtin.
Gundiyan di çalakiya ku wekî şahiyekê derbas bû da qedera 2 hezar pezê ku pêşda hatibû şûştin, bi pêpezê va piyên wan girê dan û di qaîdeyê da birîn.
Bi hiriya pez jî lihêf, balgî û doşekan davêjnê û herwiha hirî di cihêzê keçan da jî tê emilandin.
Li herêmê ev şixula ku jê ra "pezbir" tê gotin, bi stran û govendên kurdî heya êvarê diajo.
Selamî Erezê ku pêz xwedî dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew hersal vê şahiyê di 5-10ê tebaxê da li dar dixin.
Erez diyar kir ku ew pêşiyê pez dişon û paşê jî li ciyê ku av lê heye konên xwe vedigirin û wiha dewam kir, "Em şahiya xwe dikin. Herkes mihekê digire, serjê dike û dipêje. Ji navenda navçeyê jî heval, hogir, mêvan û eqreba tên. Li gund hema tu bêje herkes pêz xwedî dike. Heta hinek kes jî hene ku li Yuksekovayê dijîn, lê ji bo pezbirê tên vê derê û pêz dibirin."
Erez bal kişand ku ew hersal qedera 2 hezar pezî dibirin û wiha dewam kir, "Ev kevneşopî vedigere zemanê berê. Em her sal dikin. Em stranan dibêjin û piştî xwarinê jî em radibin û govenda xwe digerînin û herwiha li kêfa xwe mêze dikin."