Ferizat Kaya
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya nevçeya Hekariyê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 4 bombeyên bidestçêkirî û gelek cebilxane hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Cendirme yê Fermandariya Bajêr ragihand ku xebatên deşîfrekirina tevgerên rêxistina terorê PKK/KCKyê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li herêma Girê Verkavîka navçeya Yuksekovayê 14ê tebaxê di lêgerîna erazî da du şikeft hatin tespîtkirin. Di du şikeftan da 4 bombeyên bidestçêkirî, 4 şarjorên tije yên tivêngên dragunovê yê nîşanê, 2 şarjorên tije yê keleşa AK-47, 14,5mm muhimata doçkayê (di hundirê qutiya mayonê de), di çewalekî de gelek cil û berg alavên xwarinê, çenteya piştê û 2 tup hatin qefaltin.
Her wiha li heman cihê, teqemeniya di binê erdê de hatibû bicihkirin bi kontrol hat îmhekirin.