Sevim Hatun
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, wesayita bombebarkirî ya ku endarên PKKya rêxistina terorê ji bo pê êrîşê bibin ser Qereqola Cendirmeyê ya li herêma Buyukçîftlîkê, di rê da teqiya.
Li gor agahiya ku hat hildan, endamên PKKya rêxistina terorê, duh bi şev hewl dan ku êrîşî Qereqola Cendirmeyê ya li herêma Buyukçîftlîkê bikin.
Terorîst bi wesayita bombebarkirî ber bi Qereqola Cendirmeyê ya li herêma Buyukçîftlîkê va bi rê ketin. Wesayit hê ji qereqolê ra kîlometreyek û nîv mabû teqiya.
Terorêstê di wesayitê da mir, li cihê teqînê jî çaleke ku firehiya wê 10 metre û kûrahiya wê 6 metre çêbû.