Muhammet Kurşun
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
HELEBCE
Li bajarê Helebceyê xwepêşandanên ji bo nedayîna meaşan dihatin kirin bidawî hatin.
Piştî ku gelek avahiyên partiyan û yên hikûmetê hatin şewitandin, asayişê mudaxeleyî bûyeran kir û tevdanker belav kirin.
Yek ji xwepêşandêran rexne li YNKê girt û got: "Ev partî serçaveya hemû problemên tên serê me. Sedema birrîna nan û rizqê me ye."
Berpirsê YNKê li Helebceyê Behaeddîn Mecîd jî diyar kir ku ew rê nadin xwepêşandêr dest dirêjî avahiyan bikin û dê tevdîran bigirin.
Xwepêşandêran piştre li Şarezorê êrişî ser avahiya YNKê kirin lê hêzên ewlehiyê mudaxele kirin.
Tu bûyeran de tiştek bi kesî nehat.