ERBÎL
Barzanî bi lijneya YNKê re civîneke bi qasî 2 saetan çêkir. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû. Sekreterê Giştî û Arîkarê Serokê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Arîkarê Serok Berhem Salih û Endamê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar beşdarî civînê bûn.
Hat ragihandin ku di civînê de li ser mijarên paşxistina hilbijartinan, dirêjkirina maweya serokatiyê bo 2 salan û referandûma destûrê sekinîn.
Parlementoyê biryara dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî dabû. Der barê mijara tesdîqkirin an netesdîqkirina vê biryarê de tu agahî nehat bidestxistin.
- Barzanî lijneya PYDê qebûl kir
Ji hêla din ve Barzanî ji PYDê lijneyek qebûl kir û bi wan re li ser rewşa kurdên Suriyê axivî.
Birevebiriya Herêma Kurdistana Federal daxuyaniyek nivîskî da û dest nîşan kir ku hevdîtin li bajara Selahaddînê çêbû. Di hevdîtinê de li ser qeyrana Sûriyê sekinîn. Lijneya PYDê der barê pirsgirêkên di nav partiyên kurdan yên li Sûriyê de Barzanî agahdar kirin.
Hat ragihandin ku Barzanî ji lijneya PYDê re gotiye; rewşa Sûriyê ya heyî ji bo ku gelê kurd bidestxistiyên xwe bikare biparêze û bike mayînde rewşeke guncav e. Divê ev rewş baş bê nirxandin.
Hat destnîşankirin ku Barzanî li gel nakokiyên di navbera pertiyên kurdan û nêrîn û ramanên ji hev cuda bal kişand li ser hewcedariya yektevgeriyê jî. Hat diyarkirin ku divê mijarên hevpar di bin çarçoveya prensîbên diyar de bên li bal hev û stratejiyeke nû diyar bikin û li gor stratejiyê tevbigerin.