Abdullah Tel
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
KAYSERÎ
Serokatiya Karên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê kampanyaya "Bila li Helebê Mirovahî Nemire" dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê da xêrxwazan ar, xurek, şekir, cil û berg, pêlav û pêlîstok teslîmî Miftîtiya Qeyseriyê kirin.
Amûrên alîkariyê yên ku li miftîtiyê berhev bûn li 11 TIRî hatin barkirin ji bo mexdûrên li El-Bab, Ezez, Cerablûs û Helebê hatin verêkirin.
Bi armanca şandina amûrên mirovahiyê yên ku ji hêla Şaxa Qeyseriyê ya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê va hatin berhevkirin li otoparka Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê merasim hat kirin.
Miftiyê Qeyseriyê Şahin Guven di merasimê da axivî û diyar kir ku ew amûrên alîkariyê yên hatine berhevkirin wê ji hewcedar ên li alî Sûriyeyê dijîn ra, bên şandin.
Guven destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê da mehê bi qasî 10 TIRî dişînin Sûriyeyê û ji ber vê jî ji xêrxawazan ra spas kir û got ku Tirkiye alîkariya hemû aliyên ku di zorê da dimînin, dike.
Li Qeyseriyê 11 TIRên ku barê wan ar, xurek, şekir, cil û berg, pêlav û pêlîstok bûn ber bi Sûriyeyê va hatin oxirkirin.