02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf dibare.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa ewravî ye û wê car caran jî berf bibare. Li gor agahiyan li Erzincan û Îdirê wê berf baran bi hev ra bibare û li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê berf bibare.
Li herêmê hewaya herî sar li Erzincanê sifir, li Qers û Agiriyê di bin sifirê da 3, li Îdirê 2, li Erdexanê û Erziromê pileyek hat pîvandin.
Li herêmê hewaya herî germ jî li gor texmînan wê li Îdirê 10, li Qersê 5, li Erzincan, Agirî û Erziromê 4 û li Erdexanê 3 pile be.
Qalindiya berfê li Agiriyê 20, li Erdexanê 16, li Erziromê 13 û li Qersê 7 santîmêtro hat pîvandin.
Wek mayîn li Palandoken û Konakliya Erziromê û li Ergana Erzincanê 18 û li Cibiltepeya Qersê 15 santîmêtro hat pîvandin.