02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê da 3 leşker şehîd bûn, 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Çiyayê Guvenê terorîstên PKKyî gule berdan hêzên ewlehiyê. Hêzên ewlehiyê jî di heman demê da bersiv da û pevçûn derket.
Di pevçûnê da 3 leşker şehîd bûn, 3 leşker jî birîndar bûn.
Hat gotin ku li herêmê operasyoneke berfireh didome.