Haydar Şahin
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Hesenkêfa ku ew ê di binê ava bendava Ilisuyê da bimîne xebatên saxlemkirina berhemên dîrokî dewam dikin.
HES û Bendava Ilisuyê ya ku bendava herî mezin a li ser çemê Dîcleyê ye hatin temamkirin û êdî av tijî dibe. Berhemên dîrokî yên ku ew ê di binê avê da bimînin tên saxlemkirin ku ji bo tûrîzma binê avê werin bikaranîn.
Di vê çarçoveyê da xebatên saxlemkirina piyên pireya ji heyama Romayê maye hatin temamkirin, 83 zinarên ku xetereya totbûnê hebûn jî bi kontrol hatin totkirin û 300 şikeftên di binê avê da bimînin jî hatin tijîkirin.
Ji bo ku Kelha Hesenkêfê ji ava bendavê zirarê nebîne jî bendeke bilindahiya wê 58 mêtre ye li ber geliyên Dîcle, Şaap, Saha û Dereyê yên li aliyê Çemê Dîcleyê tê avakirin.
Alî Nacî Kosaliyê Midûrê Herêma 16an a DSÎyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji bo saxlemkirina berhemên dîrokî yên li Hesenkêfê kêmzêde 250 milyon lire pere hat xerckirin.
Kosali got piştî xebatan ew ê bi bendera li ber devê Geliyê Şaabê were çêkirin va berhemên hatine saxlemkirin ji bo tûrîzmê vekin û wiha pê da çû:
"Di çarçoveya saxlemkirina jeoteknîk û jeolojîk va pêşiya berhemên ku ew ê di binê avê da bimînin hatin saxlemkirin. Hedefa me ew e ku berhemên dîrokî yên ku werin saxlemkirin bi bendera antîk va ji tûrîzmê ra vekin. Bi vê armancê em 3,8 milyon mêtrekup axê tije dikin. Me bi tijekirina şikeftên saxlem nînin en li geliyan dest bi xebatan kir."
Kosali got ji bo temîrata terka kur a li Qesra Piçûk a li Kelha Hesenkêfê ketiye dest bi xebatan kirin û wiha pê da çû: "Em dîwarê betonê datînin dora terka li pêşiya Qesrê."