22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
KILÎS
Li Kilîsê wesayîta ku leşker dibirin peywirê welgeriya û di encamê da 8 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, wesayîta zirxpoş a leşkerî li binê Qereqola Tixûb a Şehîd Mehmet welgeriya.
Di qezayê da 8 leşker birîndar bûn. Ekîbên Servîsa Hewarê ya 112ê leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Eşkere bû ku rewşa tenduristiya leşkerên birîndar baş e.