24 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
MARDİN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê, polêsan mudaxaleyî koma slogan berz kirin û xwest çalakiya bêdestûr li dar bixe.
Di nav da Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, Parlementerê HDPê Mîthat Sancar, Erol Dora, Gulser Yildirim, Feleknas Ûca û Hevserokê DTKê Hatîp Dîcle koma ku hat li ber avahiya Şaredariya Kiziltepeyê, xwest ji bo protestokirina rakirina parêzbendiyan, çalakî li dar bixe.
Koma ku berî çalakiyê li ber avahiya şaredariyê civiya, dirûşm berz kirin. Polêsan bi ava bitazyîk û xaza îsotê mudaxaleyî komê kir. Kom belav bû û ji komê hin kes hatin binçavkirin.
Hin kesên ji koma ku belav dibû, alaya bi dîreka li ber şaredariyê va anî xwarê. Paşê ala bi cih va hat daliqandin.