Fatih Gazioğlu
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê şaredariyê li kolanên navendê lembeyên modern danîn. Bi saya ronahiyê li kuçê û kolanên navçeyê dîmenên xweş derketin holê.
Cîgirserokê Şaredar û Qaymeqamê Yuksekovayê Ramazan Kenduzler daxuyanî da û got ku armanca wan ew e ku ji navçeyê ra xizmetê bikin. Kenduzler got ku welatiyên Geverî êdî şev jî dikarin li kolanên navçeyê bigerin û wiha axivî:

"Me 216 dîregên lembayan danîn kolanan. Me piranî dîreg li ser kolana Şemdinliyê, Esendere, Cengîz Topel û Îpekyoluyê danîn. Bihayê projeyê qasî 4 milyon lire girt. Welatiyên me sebir kir û ev veberhênan heq kirin. Bila ji Gevera me û ji gelê me re li ser xêrê be."