Nihat Kavşut
10 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
MERSÎN
Serokomar Erdogan: "Niha qadeke bi qasî 850 kîlometroçarçik di destê me da ye. Hedefa me ew e ku 2 hezar kîlometroçarçik bikeve destê me. Wek mayîn Xwedê mezin e û em ê dewam bikin. Em hesabê wê jî dikin. Çima? Derdê me edrnîgarî nîne hedefa me paqijkirina terorîstan e. Li ku derê terorîst hebin em ê li wir bin."
"Yek reviyaye Pensilvanyayê, yek çûye Almanyayê, yek çûye Hollandayê û hin kesên din çûne filan der û bêvan derê... Hûn herin ku derê û birevin ku derê jî em ê bidin pey we."
Serokomar Erdogan destnîşan kir di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da heta niha 3213 terorîst hatine berterefkirin.
"Tirkiye tekane dewlet e ku di dîroka wê da eyba mêtinkariyê û rêça dagirkeriyê tuneye. Bila hewl nedin ku ez bi nav bikim. Em hêzên dagirker baş nas dikin û dizanin. Em tenê ji bona xwe û dostên xwe siberoja baş û ewle dixwazin."
Erdogan: "Heger em jî wekî terorîst û hin dewletan guh nedin wijdan, exlaq û heysiyeta xwe, hildana Efrînê karê 3 rojan e."
"Em dizanin ku li Sûriyeyê armanca rêxistina terorê û alîgirên wê çi ye. Loma em diçin wan. Bila kes xelet li me mêze neke. Heger xelet mêze bikin em ê herdu tiliyên xwe di çavê wan ra kin."