03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Bi armanca protestokirina hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO)ya 15 tîrmehê welatiyên ku li çar aliyê welêt derdikevin qad û meydanan 'nobeta demokrasiyê' jî didomînin.
Welatiyên li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ji 15 tîrmehê vir va li qad û meydanan li hemberî hewla derbeyê ya FETOyê nobeta demokrasiyê digirin meydanan vala nahêlin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî nobeta demokrasiyê ya ku li deverên cihê yên bajêr digirin, didomînin.
Welatiyên ku civiyan û li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê xwe nîşan dan û Alayên Tirkiyeyê jî bi Pireya Galatayê va hatin dalqandin.
- Enqere
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li Meydana Qizilayê û ber Qesra Serokomariyê "nobeta demokrasiyê" didomînin.
Nobeta demokrasiyê ya ku li Meydana Qizilayê piştî hewla derbeya FETOyê dest pê kir her şev bi beşdarbûna bi hezaran welatiyî va didome. Kesên ku tên alayên Tirkiyeyê tînin, pankartên bi tirkî û îngilîzî bilind dikin, wêneyên şehîtan nîşan didin û bi drûşmeyên berz dikin va jî derbeyê protesto û şermezar dikin.
- Diyarbekir
Li Diyarbekirê welatî li Parka Ormana Kayapinara navçeya navend civiyan, alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û bi posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan. Di çalakiyê da mewlûd hat xwendin û ji bo şehîdên 15ê Tîrmehê dia hat kirin.
Parlementerê Rîzê yê berê Şevkî Yilmaz li vê derê axivî û diyar kir ku derbekar û zîhniyeta xaçparêzan bi hev ra tevgeriyan û di îxanetê da ne.
- Elezîz
Welatî li Meydana Demokrasiyê ya 15 Tîrmehê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û slogan avêtin.
Ji bo kesên ku di dema hewla derbeyê da şehîd ketin Qurana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin, şagirtên Kursa Quranê ya Heyder Baba helbest wendin.
- Mêrdîn
Li Mêrdîn welatî li pêşiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê civiyan û nobeda demokrasiyê domandin.
Welatiyan bi sloganan va bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û sloganên "Mêrdîn li vir e, FETO li ku ye", "Em îdamê dixwazin" avêtin.
- Batman
Li Batmanê Abdurahman Demir û Melek Ozmen li saloneke dewetê nikaha xwe birîn û paşê derbasî cem welatiyên ku nobeda demokrasiyê digrin bûn.
- Sêrt
Li Sêrtê welatiyên ku li ber walîtiyê civiyan, bi alayên di destê xwe da bertek nîşanî hewla derbeyê dan.

- Wan
Welatiyên ku li Qada Beşyolê ya Wanê civiyan posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerandin û nobeta demokrasiyê girtin.
- Bedlîs
Li Bedlîsê welatî li ber avahiya AK Partiyê civiyan û tevî alayên di destê xwe da hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin.
- Mûş
Welatî li Meydana Şaredariyê civiyan, slogan berze kirin û hewle derbeyê şermezar kirin.
- Meletî
Li Meletiyê nobeda demokrasiyê ya ku piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dest pê kiribû, berdewam e.
Welatî digel alayên Tirkiyê li ber avahiya Parêzgeha Meletiyê û Mizgefta Nû nobeda xwe didomîne. Herwisa welatî beşdarî marşa mehter û îlahiyên ku li ser hoparlorê lêdan bûn, guhdariya tilaweta Qur'anê kirin.
- Şanliurfa
Welatî li Şanliurfayê jî di çalakiya "Rahêje sicadeya xwe û were" ya li Qada Rebieyê bûn û wekî berteka li hemberî hewldana derbeya FETO, li qadê wekî cemaet nimêja eşayê kirin. Di çalakiyê da Qur'ana Kerîm hat xwendin, seba şehidan dia hat kirin.
- Adiyeman
Li Adiyamanê jî welatî li ber avahiya Parêzgeha Adiyamanê kom bûn û li vir li ser berteka xwe berdewam in.
Welatî digel alayên Tirkiyê û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatin qadê, hewldana derbeyê protesto kirin û helbestên ku Erdogan dixwîne guhdarî kirin.

- Gazîentab
Li Gazîentabê jî nobeda demokrasiyê li Qada Demokrasiyê berdewam e.
Serokê Giştî yê Memûr-Senê Ali Yalçin li nobedê axaftinek kir û der barê helwesta gel a li dijî hewldana derbeya FETO da wiha got, "Miletê me yê ku bi cerga xwe qad tije kirin, bi cesareta xwe tang rawestandin, dane nîşanê ku hêz û qeweta gel ji ya tangan zêdetir e."
- Erzirom
Welatiyan da alaya tirk û li Meydana Bajêr a Yakûtiya Erziromê civiyan û bertek nîşanî hewl derbê dan.
Welatiyan guhdariya axaftinên Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Sekman û hunermendê stand upê Recep Demirkaynak kir.
- Agirî
Welatî li ber Walîtiya Agiriyê civiyan, di destê wan da ala tirk va diruşme berz kirin û hewla derbê protesto kirin.
Walî Musa Işin xîtabî welatiyan kir û got ku millet ezîztî û qehreman û welatheziya xwe di şeva 15ê tîrmehê da da nîşan.
- Erzincan
Grûbek li Meydana Cumhuriyetê bi alayên destê xwe va civiya li dijî FETO diruşme berz kirin û pankarta ku nivîsa "Azan nasekinin, ala danakeve, welat perçe nabe" li ser hebû vekirin.
Walî Alî Arslantaş û Fermandarê Artêşa 3yemîn Îsmaîl Serdar Savaş beşdarî nobedariya demokrasiyê bûn û silav dan welatiyan.