Sevim Hatun
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
MUGLA
Li Ulaya navçeya Muglayê erdheja ku lerza wê 5 e qewimî, di gelek xaniyên li Taxa Aricilarê de xisar çêbû.
Li Aricilarê ji ber erdhejê zinarên mezin ji çiya gindirîn ser herêmê, hin rêyên taxê hatin girtin. Herwiha di dîwarên xanî û ser rê de xisar çêbû, hin darên ser rê qelibîn.
Welatiyên ku ji ber erdhejê derketin derva, bi şev li derva man. Welatiyên herêmê yên li derva agir pêxistin di nav betaniyan de disekinin.
Cendirmeyê hişyarî da niştecihên herêmê ku nekevin hundirê xaniyan.
Ekîbên Şaredariya Mezin tevî yên Midûriyeta Afad û Rewşa Acil a Bajêr (AFAD) di xaniyên ku dîwarên wan terikîn de tespîta xisarê dikin.