23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ADANA
Navend Edene li 6 bajaran di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 19 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê dijî PKK/KCKyê li Edene, Stenbol, Diyarbekir, Adiyeman, Bursa û Batmanê di heman demê da derketin operasyonê.
Di operasyonên li 6 bajaran hatin kirin da bi hinceta di şaxa ciwanan ya rêxistinê da cî girtine, pere kom kirine û navbeynkarî kirine 19 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan piştî kontrola tenduristiyê gumanbar birin ewlehiyê û tê texmînkirin hejmara kesên bên binçavkirin zêde bibe.