Önder Beyter
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
MUGLA
Li Muglayê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 4 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariyê dijî kesên tê îdiakirin ku qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dikin, dest bi xebatê kirin.
Ekîban piştî berhevkirina delîlan dest bi operasyonê kir û li navçeya Fethiyeyê 114 polik û peykerên jinan ên ji serdema Romayê bi dest xistin.
Ekîban paşê berhemên dîrokî teslîmî berpirsên Midûriyeta Muzeya Muglayê kirin. 4 kesên binçavkirî jî piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin. Berşik bi şertê darizandina bêyî tewqûfkirin hatin berdan.