10 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
MARDÎN / DIYARBEKIR (AA) -
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê di operasyona ku piştî êrîşa terorê hat kirin da, terorîstek hat kuştin yek jî hat qefaltin.
Terorîstên PKKyî duh di saet dora 18.30yan de nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê ya Kolana TOKIyê ya Taxa Aşîtiyê dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû wesayîta bombebarkirî ya ku li kêleka rê bi cî kiribûn, teqandin. Di êrîşê de polêsek şehîd ket, 2 sivîl mirin, 5 jê polês 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku operasyona ku piştî êrîşê hat destpêkirin dewam dike.
Di operasyonê da, terorîstê navê wî yê kod "Azad" e yê ku hat tespîtkirin êrîşa li Yûmûrcaka gundê ser Kiziltepeyê li dar xist hat kuştin, terorîstek hat qefaltin û 2 bombeyên destan, 3 çek hatin desteserkirin.

- Li Diyarbekirê teqîn
Di êrîşa ku terorîstên PKKyî li Sûra navçeya Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî kirin de 5 kes mirin, 5 jê polês 12 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li mewqiya Pireya Deh Derî ya rêya Mêrdînê ya kevin dema ku wesayîta servîsa polêsan derbas dibû terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin.
Di êrîşê de 4 kes mirin û 5 jê polês 13 kes jî birîndar bûn. Ekîbên Servîsa Acîl a 112an birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr. Yek ji birîndaran digel midaxaleya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê mir.
Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Kamîl Erkut Gure û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Adnan Taşdan hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Serdozger Gure ji rojnamevanan re got ku di nav miriyan de zarok jî heye.
Operasyona ku ji hewayê piştgirî didin û piştî êrîşê ji bo girtina terorîstan dan destpêkirin berdewam dike.
Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn û hat diyarkirin ku li mewqiya Pireya Deh Derî ya ku lê gelek welatî hene terorîstan bi wesayîta tê nirxandin ku bombebarkirî ye êrîşê wesayîta ku tê de polês hebûn kirin, dan zanîn ku di êrîşê de 5 kes mirin û 5 jê polês 12 kes jî birîndar bûn.