Türkan Tosun
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê di qada turîzmê da teknolojî û sepanên nû tên bikaranîn.
Li Mêrdînê bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar ê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman ê ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hatibû wezîfedarkirin du meh berê Navenda Agahî Çand û Nasandinê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê hat avakirin.
Ev navend li qada Cumhuriyetê ji bo ku agahiyê bide turîstan ava bû. Li navendê bi saya hin xebat û teknolojiyan bi navê "Mardîn Ar" sepaneke komputerê hat despêkirin.
Turîstên vê sepanê dadixînin telefonên xwe yên berîkê dema diçin ziyareta cihên dîrokî vê sepanê bi kar tînin.
Kesên xwedî vê sepanê ne dema telefonên xwe li ser wêneyên cihên dîrokî digrin him dikarin wêne û dîmenên van berhemên dîrokî yên sêalî bibînin û him jî der barê van berheman da agahiyan hîn bibin.
Ev sepan li 22 cihên dîrokî yên wek mizgeft, dêr, medrese û berhemên bi vî rengî da tê bikaranîn û turîst bi vê sepanê va derdikevin rêwîtiyeke dîrokî.
- "Bi giştî sepaneke xumalî ye"
Aleksandir Bayrugê Berpirsyarê Navenda Agahî Çand û Nasandinê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê got ew li vê navendê der barê çand, dîrok û kevneşopên Mêrdînê da agahiyan didin turîstan.
Bayrug got ew li Mêrdînê bi vê sepana xwemalî va bajêr bi turîstan didin naskirin û bi saya vê bajêr baştir tê nasîn.
Bayrug got turîst bi saya vê sepanê wêne û dîmenên sêalî yên cihên dîrokî dibînin û wiha dewam kir: "Me ev sepan, li herêmê cara ewil di qada turîzmê da bi kar anî. Bi giştî sepaneke xumalî ye, endezyarên Tirk ev sepan amade kir. Navend 2 meh in xizmetê dide û 8 hezar turîstan ji vê xizmetê sûd wergirt. Sala ewil armanca me ew e ku em xwe bigîhînin 50 hezar turîstî."
- "Turîzm wê zêdetir pêşva here"
Îsmaîl Sîncarê karê turîzmê dike jî got li Mêrdînê aramî heye, xebatên girîng tên kirin û wiha axivî: "Bi saya vê sepanê qalîteya turîzmê wê zêde bibe. Bi vê teknolojiyê turîzm wê zêdetir pêşva here."
Suleyman Baykara jî pesnê vê sepanê da û wiha got: "Me sepan cara ewil li vir dît. Ziyaretvan jî ji vê kêfxweş in."
- "Wê ji bo nasandina bajêr baş be."
Mamoste Ozkan Karakoç jî got di nav salên dawîn da li Mêrdînê xebatên çand û civakî zêde çêdibin û wiha axivî: "Ji hêla nasandina Mêrdînê va bi ya min wê gelek baş be. Lewra bi saya vê sepanê ya ku berheman wek rastîn nîşan dide mirov dikarin cihên dîrokî bi awayekî sanal bibînin. Paşê mirov dikare berheman li cihê wan bibîne. Ev sepan nexşerêyekê li ber mirovan xêz dike. Wê ji bo nasandina bajêr baş be."