06 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
MARDÎN
Li Artukluya navçeya Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da sîlah, teqemenî û amûrên ku pê teqemenî tên çêkirin hatin dîtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr îstixbarat hildan ku di dîwarê hewşeke li Taxa Elmabaxçeyê da sîlah û teqemenî hatine veşartin.
Ekîbên Têkoşîna Dijî Terorê, Tevgera Taybet, Midûriyeta Şaxa Lêkolîna Dewsa Bûyerê û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di kordinasyona Midûrê Ewlekariya Bajêr Hasan Onar da li eraziyê nêzîkî Bîrlîka goma Elmabaxçeyê lêgerîn û teqîbat kirin.
Di lêgerînê da tivingek, rokêtavêjek, 2 kîlo teqemeniya TNTê, 2 kîlo teqemeniya A4 û amûrên ku pê bombe tên çêkirin, gelek pîl ên ku di dîwarê baxçe û binê erdê da hatine veşartin hat dîtin.