İbrahim Atmaca
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
MUŞ
Li Mûşê cotkaran di orta zivistanê da dest bi reşandina tovê genim kir.
Li Aşagiuçdama gundê li ser navçeya Haskoyê hin cotkaran hewaya germ ji xwe ra kirin firsend û zeviyên xwe yên li Deşta Mûşê cot kirin û genim reşandin. Par li heman deştê di meha sibatê da nêzî mêtroyek nîvê berf hebû.
Mehmet Şerîf Bozyelê 80 salî li gund cotkariyê dike. Bozyel got ku îsal qet berf nebarî û wiha dewam kir: "Heta vî emrê min ez cara ewil rastî tiştekî demsaleke wiha hatim. Hewa germ derbas dibin. Ez 80 salî me min hewayeke wiha nedîtibû. Me îro serê sibê dest pê kir û tovê xwe reşand. Ez genimê havînê niha datînim."
Menduh Bozyel jî germbûna hewayê ji wan ra rind lê hat û wiha dewam kir: "Ez cara ewil dibim şahid ku em vî zemanî genim datînin. Par vî çaxî li deştê mêtryek û nîv berf hebû, berfa li serê çiyan zêdetir bû. Îsal hewa xweş e. Me tovê xwe jî reşand, înşeallah em ê bereketa wî jî bibînin."