Abdullah Tel
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
MUŞ
Li Milazgira navçeya Mûşê barana gur zirar da zeviyên ajotî û av li jêrzemînên dikanan qelibî.
Li navçeyê barana ku êvarê dest pê kir li ser jiyana rojane tesîreke neyînî hişt.
Ji ber baranê av li jêrzemînên hin dikanan qelibî û zeviyên ajotî jî zirar dîtin.
Esnaf, welatî û ekîbên şaredariyê bi hev ra ava ku li dikanan qelibî paqij kirin.