Türkan Tosun
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ANKARA
Beriya ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî (IEA) rapora meha gulanê eşkere bike warêlê nefta brentê li piyaseyên navneteweyî bi 75,60 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent duh bi 76,45 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 77,05 dolarî. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî bi 75,37 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.18an pê va ji sedî 0,30 zêde bû û bû 75,64 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 66 dolarî hat firotin.
Li gor Rapora Piyasaya Neftê ya Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) ya ku duh eşkere kir, hilberîna nefta xam a OPECê di meha gulanê de li gor meha berê 35 hezar warêl zêde bûye û gihîştiye 31 milyon û 870 warêlî.
Di meha gulanê de hilberîna neftê ya li welatên dervayî OPECê jî 100 hezar warêl zêde bû û bû 59 milyon û 750 hezar warêl.
Îro di piyasaya neftê de daneyên mehane yên ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî yên ku wê eşkere bike û daneyên stokên nefta taybet ya Enstîtûya Neftê ya Amerîkan wê bên şopandin.