19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
ANKARA
Li qata banî ya avahiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Numûne ya li Enqereyê ji ber sedemeke ku hêj nediyar e şewat derket. Hat ragihandin ku di şewatê de li gor tespîtên ewil tu kes nemir an jî birîndar nebû û hewl tê dayîn ku şewatê bitefînin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Altindagê li qata banê Bloka Byê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Numûneyê ji ber sedemeke hêj nediyar şewat derket.
Ekîbên agirkuj ên ku hatin cihê bûyerê midaxaleyî şewatê kirin.
Li gor tespîtên ewil di şewatê de tu kes nemir an jî birîndar nebû ji bo bergiriyê nexweşên di Bloka Byê de birin polîklînîkên beşên din.
Xebatên ekîbên agirkuj ên ji bo tefandina şewatê berdewam dikin.
Di vê navberê de hat ragihandin ku gelek barkêşên li bajêr ji bo ku wesayîtên di baxçeya nexweşxaneyê de rakin sewqî herêmê kirin.