02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji 5 peywirdarên ewlehiyê yên ku di encama teqîna teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan veşartibû de birîndar bibûn kesek şehîd ket.
Li Taxa Firatê ya girêdayî navçeyê di dema fealiyetên lêgerînê yên hêzên ewlehiyê de teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan veşartibû teqiya.
5 peywirdarên ewlehiyê yên ku di êrîşê de birîndar bibûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Ji birîndaran eskerê ku birînên wî xedar bû digel midaxaleya ku li nexweşxaneyê hat kirin şehîd ket.