01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
BİTLİS
Li Xelata navçeya Bidlîsê Refa Gokbulakê 47 salî, ev 30 sal in hostatiya gopalan dike. Gokbulak ji bo ku sinetê xwe pêş bixe û gopalan binexşîne û bi dinyayê bide nasîn, ji zanîngehê mezûn bû.
Gokbulak ji bo ku gopalan binexşîne û karê xwe baştir bike, biryar da ku zanîngehê bixwîne. Gokbulak ji bo vê jî di sala 2013an da qeyda xwe li Dibistana Bilind a Pîşeyan a Xelatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê di Beşa Sinetên Destan da çêkir û beş qedand.
Refa Gokbulak daxuyanî da û diyar kir, ew ji bo bêhtir cureyên nexşên ku li ser gopalan tên çêkirin hîn bibe û daxwaza mirovan bi cih bîne, wî biryara xwandinê da.
Gokbulak diyar kir ku çêkirina gopalan pîşeyê bav û kalên wî ye û ew 30 sal in ku vî karî dike û wiha dewam kir:
"Ez ji bo ku vî karî baştir bikim min xwand. Îro jî min zanîngeh kuta kir û ez mezûn bûm. Ez ji rayedarên dewletê sipasdar im ku li Xelatê dibistana bilind bi min dane qezenckirin. Mamosteyên min jî alîkarî dane min. Mamosteyên me li sehayê yên weke min ku dixebitin ra hereket dikin. Van agahî û teknîkê digihînin hev du. Hêviya me jî zanîngehê ev e."
Refa Gokbulak got agahiyên ku di zanîngehan da tên dayîn dibê di jiyanê da hebin û pêk bên anîn, beşa ku wî xwendiye li Xelatê di vî tiştî da bi ser ketiye.
Gokbulak got heke piştgirî bê dayîn karên dar, tizbî û çîniyê jî ew ê pêş bikevin, evê ji bo tûrîzma navçeyê zehf kêr bê û ji bo gel bibe deriyê nandestpêxistinê.
Refa Gokbulak diyar kir ku perwerdeyê gelek tevkarî da wî û wiha axivî: "Perwerdeya ku min di 2 salan da li zanîngehê dît û keda mamosteyên min ji bo pêşxistina karê gopalê Xelatê ew ê zehf kêrî min bê. Bi vî avayî ez ê teswîrên teze û berhemên cuda çêkim."
Gokbulak got ku dibê erbabên hunerê bê îmtihan hildin zanîngehan û wiha pê da çû: "Ez bi taybetî ji mezinan dixwazim ku bira deriyên beşên destkariyê ji erbabên hunerê ra vekin. Bira tu şertekî nedin pêşiya wan, heta bira erbabên hunerê bê îmtihan hildin beşan. Ev ê hem kêrî akademisyenan hem jî kêrî hunermendan bê. Ez bi îmtihanê ketim beşê û min xwend. Lê belê hin erbabên hunerê jî hene ku dixwazin bixwînin lê ji ber îmtihanê nikarin bixwînin."