İbrahim Atmaca
06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
VAN
Li Ozapa navçeya Wanê agir bi goma pez ket û 13 mih mirar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Kirkçaliya taxa li ser navçeyê ji ber sedemeke nediyar agir bi goma pez a Hamît Tarkan ket.
Li ser êxbarê ekîbên Koma Amirtiya Îtfaiyeyê ya Navçeya Ozapê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye, çûn hewarê û piştî 3 saetan paşê agir hat temirandin û nehiştin agir bipeke malên derdorê.
Di şewatê da 13 mih mirar bûn û gom jî xerab bû.