Türkan Tosun
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
AGRI
Serokê Odeya Ziraetê ya Patnosê Hakan Hakverdî got hefta borî çandiniya pincarê dest pê kir.
Hakverdî daxuyand ewê qasî 50 hezar tonî pincarê teslîmî Fabrîqeya Şekir a Agiriyê bikin.
Hakverdî got ji hefta borî vir va çandiniya pincarê dest pê kiriye û behsa girîngiya pincarê ya ji bo welêt kir.
Hakverdî got Tirkiye di qada çandiniyê da pêşva çûye û wiha axivî: "Axên me bibereket e, avûhewaya me ji bo çandiniyê musaîd e, cotkarên me jêhatî ne. Îro cotkarên me berên xwe berhev dikin. Di çanda me da çandinî tê meneya nîmetê. Ez ji hemû cotkarên me ra qezenceke zêde û bixêr dixwazim."