Önder Beyter
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ANKARA (
Li paytext Enqereyê di operasyona "Aramî Enqere" ya ku ji bo aramî û ewlehiyê, bi beşdariya 2 hezar û 751 polêsan va hat lidarxistin da 59 kesên ku hat tesbîtkirin ji ber hin sûcan der heqê wan da biryara desteserkirinê heye, hatin girtin.
Di kordîneya Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê da û bi beşdariya tîmên yûnis, hêza pola, tîmên narkotîk, tîmên taybet, polêsên trafîqê û ekîbên midûriyeta ewlekariya navçeyan va li seranerê bajêr di navbera 19.30-24.00an da operasyona "Aramî Enqere" hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da 21 hezar û 179 kes ji kontrola giştî ra hatin derbaskirin, 59 kesên ku hat tesbîtkirin ji ber hin sûcan der heqê wan da biryara desteserkirinê heye, hatin girtin û herwiha 9 kes jî hatin binçavkirin.
Di kontrola rêyan da jî jêpirsîna hezar û 533 wesayîtî hat kirin, ji bo 64 ajovanan jî ceza hat birîn. Ji xeynî vê, 2 wesayîtên ku lê digeriyan hatin girtin. Ji 440 kargehên ku hatin raçevkirin, 40 jê der heqê wan da miemeleya îdarî hat sepandin, 2 kargeh jî hatin girtin.
Herwisa di kontrol û raçevkirinan da bi tevahî 97 hezar û 852 lire ceza hat birîn.
Ji ser berşik û wesayîtên wan 13 demançeyên bêruxsat, 10 tifingên nêçîrê, demançeyeke viroke, 7 hezar û 400 heb cixareyên qaçax, 496 pakêt cixareya qaçax, 20 şûşe araqa qaçax, 3 kîlo û 446 gram titûn, 19 gram eroîn, 498 poşêt esrar û 32 hebên hişbirê hatin qefaltin.