17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
TUNCELÎ
Li gor tesbîtê ji 8 terorîstên ku duh li kir û newalên Pulumura navçeya Tunceliyê hatin berterefkirin yek jê Murat Dagê ku qaşo "Berpirsê Hêza Bagirê ya Pulumurê" ye. Ev kes di kategoriya kesk a "Lîsteya Terorîstên ku li Wan Digerin" da ye û ji bo wî milyonek lire xelat hatibû danîn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê, li navçeya Pulumurê texma Kizilmescît-Karagolê duh bi kordînasyona Teşkîlata Îstixbaratê ya Millî (MÎT) û yekîneyên cendirmeyên komnado va operasyon hat kirin. Di operasyonê da 4 jê jin 8 terorîst hatin berterefkirin.
Hat gotin ku yek ji van terorîstan Murat Dagê bi kodnavê "Ferhat Yilmaz" e ku qaşo "Berpirsê Hêza Bagirê ya Pulumurê" ye. Ev kes di kategoriya kesk a "Lîsteya Terorîstên ku li Wan Digerin" ya Wezareta Karên Navxweyî da ye û ji bo wî milyonek lire xelat hatibû danîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser terorîstan 5 tivinga peyade ya kalaşnîkofê, 3 tivingên peyadeyê yên M-16ê, demançeyeke glock marqe, 2 ton xida, bêtêleke radyoyê ya Yaesu marqe, dûrbîneke destan, 5 şarjorên kalaşnîkofê yên tije, 2 makîneyên dirûnê, ji bo birîna kincên terorîstan 10 top qumaş, cil û bergên 30 terorîstî, 300 fîşeng, gelek alavên jiyanê, dokumanên rêxistinî û pirtûk hatin bidestxistin.