İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Wêraneyên Herranê li ser rûyê dinyayê ji niştecihên kevintirîn e û di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye. Ji bo ku Wêraneyên Herranê têkevin nav lîsteya mayînde ji sedî 80 amadehî hat temamkirin.
Li Şanliûrfayê piştî ku Gobeklîtepe ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê, seba Herrana dîrokî jî hêvî zêde bûn ku têkeve lîsteya mayînde.
Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê û Serokê Vedanê yê Wêraneyên Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî Gobeklîtepeyê çav li ser Heranê ye ku li Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê were zêdekirin. Onal got ku Heran di sala 2000î da li lîsteya berwext hatibû zêdekirin.
Onal diyar kir ku Wêraneyên Herranê dewrekê paytextiya Asûrî û Emewiyan kiriye û ji B.Z. ji salên 6 hezarî heta nha bê navber cihê niştewariyê ye. Onal got ku li wêraneyê vedanên sezona nû dest pê kir.
Onal bi bîr xist ku li navçeya Herranê kolana ewil di sala 1950î yî da dest pê kir, bi taybetî piştî salên 2000î li kolanên li herêmê zêde bûn.
Prof. Dr. Onal destnîşan kir ku di kolanên Herranê da heta niha ji qesran heta xanan, ji hemaman heta sûkan gelek wêrane derketin ser rûyê dinyayê û dibe ku di salên pêş me da jî meriv rastî gelek berheman were.
- "Gobeklîtepe ket lîsteya esil, aqûbet li serê Herranê be"
Onal destnîşan kir, ji bo ku têkeve Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê li Herranê piraniya xebatan kuta bû û wiha dewam kir:
"Gobeklîtepe di demeke nêz da ket lîsteya esil, aqûbet ser Heranê be. Bajarê Kevnare yê Herranê di sala 2000î da ket lîsteya berwext a UNESCOyê. Ji bo ku têkeve lîsteya mayînde, vê gavê şert û merc ji sedî 80 temam bûne. Ji bo parastina Herranê plana îmarê hat çêkirin. Plana Rêvebiriya Qadê ya Herranê hat temamkirin. Projeya Sêwirandina Bajarwariyê ber bi kutabûnê ye. Ji sedî 80yî xebatên restorasyonê jî kuta bûn. Vedanên me dewam dikin. Me di vedanan da heta niha 2 hemam dîtin. Em rastî du sûkan hatin, lewra ev der di heman demê da navendeke bazirganiyê bûye. Me dikaneke miskê dît. Yek jî me hewşeke şadirwanê derxist.
Onal got ku Herran cihê ku Hezretî Îbrahîm lê jiyaye ye, Perestgeha Sînê ya xwedayê heyvê li vir e, Mizgefta Uluyê ku neqşên hunerî li ser hene li vir e, malên qubeqûç lê ne û ya girîng jî malên ku ji betonê hatine çêkirin di nav sûrê da tunene.
Onal diyar kir, ew bawer dike ku Herran di nav 2-3 salan da têkeve nav lîsteya esil a UNESCOyê û ji bo vê jî Wezareta Çand û Tûrîzmê û rêvebiriyên herêmî her cure amadehî kirin.
Herraniyên ku nêzî cihê kolanê dijîn jî li bendê ne ku navçe di demeke kin da têkeve lîsteya mayînde ya UNESCOyê.
Ji welatiyan Guneş Dagê got, "Herranê ji zû va heq kiriye ku têkeve lîsteyê. Em dizanin ku Herran cihekî pir kevin û cihekî baş e. Em dixwazin ku Herran ji dinyayê ra wek mîrate bimîne."