İbrahim Atmaca
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
MUGLA
Li Bodruma navçeya Muglayê ser perava Gumbetê tekneya fîber binav bû. Ji tekneyê 20 koçberên bêdestûr hatin xelaskirin, lê jê 2 kes li nexweşxaneyê mirin.
Welatiyên ku li qeraxê Gumbetê li ser behrê dengê "hewar"ê bihîstin, cab dan polêsan. Ewlehiya Qeraxan û ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên Ewlehiya Qeraxan bi lez û bez çûn cihê bûyerê û kesên ku li ser behrê benda alîkariyê bûn, li botan bar kirin. Ekîban koçber derxistin qeraxan, li ambulansan siwar kirin û şandin nexweşxaneyê.
Welatiyên der û dorê jî alîkarî da ekîban.
Hat ragihandin, ji 20 kesên ku hatin xelaskirin, jê 2 kes mirin.