Önder Beyter
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
ANKARA
Hefteya çûyî di operasyonên ewlekariya navxweyî da 18 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da di 15-22yê cotmehê da 2 hezar û 829 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya peywendî, alîkarî û hewandina rêxistinên terorê va 956 jê ji ber terorê (PKK/KCK 199, çep 19, DEAŞ 71, FETO/PDY 667), 4 hezar û 954 jê ji ber sûcên hişbir û qaçaxçîtiyê, 187 jê jî di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêdestûr da bi tevahî 6 hezar û 97 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da yek jê qaşo payebilind 18 terorîst (2 kuştî, 16 sax) hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li 7 parêzgehan 19 şikeft û stargeh hatin rûxandin. Herwiha 20 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin, 17 bombeyên destan, 48 kîlogram teqemenî, 19 jê çekên giran û lûledirêj 34 çek û herwiha hezar û 747 muhîmatên cur be cur hatin bidestxistin.
- Operasyonên hişbir û qaçaxçîtiyê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 3 hezar û 558 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 2 ton û 18 kîlo û 33 gram hişbir, 160 hezar û 623 hebên hişbir, hezar û 767 serî kirkirk, 48 hezar û 815 lître sotemeniya qaçax û 375 hezar û 48 pakêt cixareya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 641 jê li ser behrê bi tevahî 6 hezar û 678 koçberên bêdestûr hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 187 kes hatin binçavkirin.