Haydar Şahin
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê bi destê Amerîkayê wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê hat protestokirin.
Komeke ku di nav da hin parlementerên AK Partiyê jî hene li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê protesto kirin.
Li ser navê koma ku ji bo Filistîn û Qudsê slogan gotin Mustafa Şentopê Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê daxuyanî da û diyar kir ku hemû partiyan li dijî biryara Amerîkayê ya wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê bertek nîşan dan.
Şentop bal kişand ku Îsraîlê di sala 1980yî da Qudsa Rojhilat wek erdê xwe îlan kir û demeke kin şûnda Neteweyên Yekbûyî biryar da ku vê biryara Îsraîlê qebûl nake.
Şentop got ku Amerîkayê jî piştgirî dabû biryara ku Neteweyên Yekbûyî di sala 1980yî da dabû û wiha axivî: "Quds ne bi tenê ji bo cihûyan di heman demê da ji bo îslam û xiristiyaniyê jî wek navendeke miqedes e. Ji ber vê statuya navneteweyî dane Qudsê. Ji ber vê jî biryara Amerîkayê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ne bi tenê Tirkiye hemû welatên mislimanan vê biryarê şermezar dikin.