Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
BELGRAD
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu der barê biryara neqilkirina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evîvê bo Qudsê got: "Bi daxuyaniya welatekî Quds nabe paytextê Îsraîlê".
Çavuşoglu, piştî beşdariya Civîna Wezîrên Derveyî yên Tirkiye-Bosna û Sirbistanê civîna çapemeniyê li dar xist.
Çavuşoglu biryara Serokê Amerîkayê li ser Qudsê nirxand û wiha axivî:
"Em vê biryarê qebûl nakin û bitundî şermezar dikin. Daxuyaniyeke wisa bombekirina îstiqrar û ewlehiya herêmê ye. Divê Amerîka rêzê li biryarên Neteweyên Yekbûyî bigire."
"Bi daxuyaniya welatekî Quds nabe paytextê Îsraîlê" digel van gotinan Çavuşoglu wiha dewam kir:
"Emê wek Tirkiye gavên pêwîst bavêjin. Me hêvî dikir ku biryareke wisa neyê dayîn. Em niha jî li ser diyarkirina helwesta xwe îstişare dikin û digel gelek welatan piştî şêwrê emê helwesta xwe eşkere bikin."