Önder Beyter
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
MARDÎN
Li Mêrdînê marûlên ku di serayên li rexê sînorê Sûriyeyê da hatibûn ajotin, hatin çînin.
Bi destê Navenda Civaka Mêrdînê ya Heyva Sor a Tirkî û Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Parêzgehê va "Bernameya Geşkirina Çavkaniyên Debarê ya Heyva Sor a Tirkî" hat amadekirin.
Di çarçoveya bernameyê da li gundê Kuçukkoy ku li rexê sînorê Sûriyeyê ye, ji bo 3 salan 11 donim erd ji Navenda Civaka Mêrdînê ya Heyva Sor a Tirkî ra hat terxankirin da ku di projeyên çandiniyê da bê emilandin.
21 kesên ku 15 jê Sûriyeyî ne, piştî kutakirina perwerdeya teorîk û rahênanê, li ser erdê navborî dest bi çandina marûl, çîlek û lewanteyê kirin. Vêga cotkaran marûlên ku ajotibûn, çinîn û herwisa çîlek û lewante jî dê çend meh şûnda bên çinîn.
Dahata van berheman jî dê di navbera cotkaran da were parvekirin.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Ozkan Onen diyar kir ku armanca bernameyê, entegrasyona civakî ya Sûriyeyiyan e û herwiha li herêmê ajotina wan berheman e ku nirxên wan zêde ye.
Ozkan bal kişand ku li ser sînor jiyan li ser xeta xwe ya asayî diherike û wiha dewam kir, "Digel ku em li rexê sînor in çi pirsgirêkeke ewlekariyê tuneye. Li ciyê ku hizûr lê heye, hilberîn çêdibe û li ciyê ku hilberîn lê heye jî aborî geş dibe. Nimûneya herî baş a vê yekê jî ev gundê me ye."
Fethiye Mehmet Eliya 67 salî ku xelkê Amûdaya navçeya Hesekeya Sûriyeyê ye û ji wê derê hatiye Mêrdînê, diyar kir ku wan dest bi çinîna marûlan kir û wiha dewam kir:
"Li Sûriyeyê piştî ku şerê navxweyî dest pê kir, em hatin Tirkiyeyê. Li vê derê gelek derfetên qenc pêşkêşî me kirin. Xwedê ji dewleta Tirk, welatiyên wê razî be. Serokomar Erdogan destê me girt, heger ew nebûye, em nikaribûn bi derekê da biçûna."