Önder Beyter
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Bîrecîka navçeya Rihayê ji ber teyrokê mal û kargeh di bin avê da man.
Li navçeyê barana ku bi roj hêdiya û car carî dibarî, danê êvarê gur kir û bû teyrok. Bi teyrokê ra li taxên Sancak û Sahayê hin xanî û kargeh di bin avê da man. Zirar gihîşt 13 wesayît û kewarên mozan ên ku ketin pêşiya avê û pê ra xirikîn.
Mozvan Mehmet Çulcu diyar kir ku baranê carekê da dest pê kir û ji ber vê qasê gelek mal di bin avê da man.
Çulcu ji rayedaran daxwaza alîkariyê kir û wiha axivî, "Li taxê gelek xanî û kargeh di bin avê da man. Zirar gihîşt 80 kewarên min ên mozan. Heta roja îro bobelateke wiha nehatibû serê me. Mal û halê me, kargehên me êdî kêr nayên."