Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 5 pileyan de zêde bibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrawî û sayî be.
Li herêmê hewa li gor demsalê wê di navbera 2 û 4 pileyan de zêde bibe, li bakurê rojhilatê Erziromê û başûrê rojhilatê Agiriyê û derdorên Qers û Erdexanê wê baran bibare.
Germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Erdexanê 14 pile, li Qersê 18 pile, li Agiriyê 19 pile, li Erzirom û Tunceliyê 20 pile, li Erzincanê 21 pile û li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê îro wê li Erzincanê 38, li Îdirê 35, li Tuncelî û Agiriyê 33 pile, li Qersê 30 û li Erdexanê jî 29 pile be.