11 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
ANKARA
Li Şemdinliya navçeya Hekariyê di operasyonê 3 da endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê, di operasyona hêzên ewlehiyê ya li dijî PKKya rêxistina terorê da li Girê Karadag/Latedema Şemdînliyê 3 terorîst hatin berterefkirin û çekeke doçkayê jî hat îmhekirin.
Li gor agahiyan di heman operasyon de 2 şikeftên 30 mêtroyî jî hatin dîtin. Di lêgerîna şikeftan de doçkeyek, bîksiyek, hezar û 800 lib muhimeta doçkayê, roketek, jeneratorek, 2 akû, 8 tupên mezin, 7 bîdonên mazotê û hin melzeme û dokîmanên rêxistinê hatin bidestxistin.
Ev muhimat û hemû melzeme hatin îmhekirin.