Önder Beyter
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê di ser asta demsalê ra dewam bike.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê kêm û perçe ewrayî be, danê sibê û danê êvarê hişkiyê bikeve erdê, cih cihan jî bûsî wê çêbe.
Li herêmê germahî wê di ser asta demsalê ra be û ba jî wê ji aliyê başûr û rojavayê başûr nerm û car caran jî hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Tunceliyê 2, li Îdir û Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Agiriyê 11, li Qersê 9, li Erdexanê 5 û li Erziromê jî 4 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 12, li Tunceliyê 10, li Erzinganê 9, li Erziromê 4, li Qersê 3, li Agiriyê 2 û li Erdexanê jî sifir pile be.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê divê welatî li hemberî cemed û hişkiyê û herwisa li ciyên kaş û hevraz jî li hemberî talûkeya şepeyê baldar û bi tevdîr bin.