Önder Beyter
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Warêlê nefta Brent di piyaseyên navneteweyî da bi 66,93 dolarî tê firotan.
Bihayê warêla nefta Brent ku duh di ser 68,04 dolarî ra dest bi rojê kir û di nava rojê da jî derket ser asta 68,43 dolarî, îro serê sibê bi 67,06 dolarî va dest pê kir. Warêlê neftê ji saet 09.15an pê va ji sedî 0,19 şikest û ji ser 67,93 dolarî ra miemeleyê dibîne. Di heman kêliyê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava jî di ser 63,51 dolarî ra hat firotan.
Pispor destnîşan dikin ku piyaseyên fînansa kurewî dihelin ku ev yek jî zorê dide bihayê petrolê ku bişikê.
Ji aliyê din va jî tê destnîşankirin ku daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson ku gotibû, dibe ku Amerîka danûstandina nefta bi Venezuelayê ra sînordar bike, dibe ku tirsa li ser piyaseyên neftê zêde bike.